Hêzên Heşdî Şeebî yên ku ala Iraqê hilgirtin, li Îranê ne

Hat ragihandin ku liv û tevgera hêzên Heşdî Şeebî li seranserî Îranê zêde bûye.

Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, derbarê liv û tevgera milîsên Şîe û çekdarên Heşdî Şeebî ya li nav bajarên Îranê, raporek belav kir.

Li gorî raporê, li seranserê welat û herêmên sînor, liv û tevgera milîsên Şîe ku çekdarên ser bi rejîma Îranê ne û bi navê ‘Zeynebyun’ têne naskirin û çekdarên Heşdî Şeebî zêde bûye.

Di heman raporê de tê gotin ku bi taybet ev milîs li bajarê Çabehar a dikeve başûrê parêzgeha Sîstan û seytereyan hatine danîn, lê ev çekdar bi zimanê Farisî û Beluçî nizanin. Tê gotin ev çekdar bêrêzî li welatiyan dikin û wesayîtên welatiyan kontrol dikin.

Li gorî raporê ev milîs hinek caran bi awayek serbixwe, hinek caran jî bi milîstên navxweyî re kar dikin.

Tê gotin çekdarên Heşdî Şeebî jî bi rakirina ala Iraq û Îranê, ji Besrayê ber bi Îranê çûne û li bajarên Xuremşehir û Abadan hatine bicihkirin. Li gorî heman çavkaniyê ev çekdar dibin banê alîkariya mirovî de gihiştine Îranê, lê li gorî çavdêran armanc ji vê pêngavê zêdetire.

Ya ku niha tê mereqkirin, di demek ku Heşdî Şeebî ya li Iraqê, rojeva sereke ya Amerîkayê ye, piştî vê liv û tevgera çekdaran ya li Îranê, wê Amerîka helwestek çawa nîşan bide.

Hêjayî gotinê ye navê van milîsên çekdar ên rejîma Îran û Heşdî Şeebî, di dema borî de gelek caran hatiye bihîstin. Bi taybet ev çekdar di dema xwepêşandanan de derketine meydanê û xelkê sivîl, taybet jî Kurdan qetil dikirin. Lewma ev çekdar xwedî dîrokek bixwînin. Herwiha ev çekdar di dema xwe de li zanîngehên Îranê ji bo xwendevanan hatibûn bicihkirin, liwan deran ji ber hicaba bi zorê rê rêzî dijî xwendevanên jin dikirin.